Li Parlamenta Ewropayê konferansa 'Em Îran a demokratîk bi hev re ava dikin' tê lidarxistin

Li Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê roja 11'ê Hezîranê wê bi sernavê "Em Îran a demokratîk bi hev re ava dikin" bê lidarxistin.

Konferans ji aliyê Platforma Demokratîk a Îranê ve bi hevkariya komên siyasî yên cuda yên li Parlamenta Ewropayê tê lidarxistin.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê amadekaran ve hate dayin, nûnerên civak û neteweya Îranê, aktîvîstên siyasî û civakî, lêkolîner, parêzvanên mafên mirovan û endamên Parlamenta Ewropayê wê bşdarî konferansê bibin.

Armanc ji konferansê ew e ku ji bo paleroja demokratîk a Îranê atmosfereke diyalogê biafirîne, rola civak û neteweyên cuda ya li ser paşeroja Îranê bê nîqaşkirin, hevkariya navbera hêzên demokratîk were xurtkirin û rêyên pratîkî yên ber bi Îraneke nenavendî, pirreng û azad bêne keşifkirin.

Di bernameya konferansê de çar panel hene ku wê li ser mijarên tevlîbûna siyasî, mafên civak û neteweyan, bingehên demokrasiyê û alternatîfên demokratîk ên ji bo paşeroja Îranê bêne lidarxistin.

Hate ragihandin ku konferans wê bi rêya Navenda Multimedya bi zindî bê weşandin.

Li gorî agahiyan, di nava qisekeran de nûnerên PJAK, KDP-I, Azadî, Partiya Gel a Belûcistanê, Partiya Yekîtiya Bahtiyarî (Loristan, Kohgiluye û Buyer Ahmed), Tevgera Têkoşînê ya Ereb ên Ahwazê hene.